Li Hesekê 2 bombe teqiyan û zarokekî canê xwe ji dest da

du mîn teqiyane, zarokek canê xwe ji dest daye û 4 zarokên din jî birîndar bûne.
کوردستان TV
100%

Di encama teqîna 2 bombeyên ji paşmayên şer li gundewarê Hesekê de, zarokekî canê xwe ji dest da û 4 zarokên din jî birîndar bûn.

Li gor nûçeyeke basnewsê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li gundê Um El-Kubir yê li başûrê Hesekê, di encam teqîna bombeyekê de, zarokeke 7 salî canê xwe ji dest da.

Ragihand jî, li gundê Til Ziêtir yê li çiyayê Ebdulezîz yê Hesekê jî dema zarokan pezê xwe diçêrandin, bombeyek teqiya û di encamê de 4 zarok birîndar bûn.

Li gor zanyariyên Rewangehê, ji destpêka îsal ve li seranserî Sûriyê 12 kesan di encama teqîna bombeyan de canê xwe ji dest dane û 24 kes jî birîndar bûne.

Li Sûriyê û ji ber berdewamiya şer û pevçûnan di navbera aliyên cuda de, mîn û bombe bi awayekî berfireh li cihê cuda hatine vedan. Di encama teqînan wan paşmayan de, welatiyên sivîl dibin qurbanî.

Rêxistinên mafên mirovan û çalakvanên Sûriyê bi berdewamî daxwaz ji aliyên navdewletî yên pêwendîdar dikin, wan paşmayan rakin, ji berk u gefeke mezin li ser jiyana welatiyan dike.

N: E. G

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.