Gelek berpirsên spaha Pasdaran hatine girtin

gelek ji rayedarên girtî li girtîgeha Ewînê ya li Tehranê li xwe mokir hatine.
کوردستان TV
100%

Jiber sîxorî kirinê bo Îsraîlê hatine girtin.

Ii gor nûçeyeke bbc rayedarên Îranî ji bihêz bûna tîmên sîxorî yên îstîxbarata Îsraîlê di nava Îranê û dezgehên fermî yên Îranê de gelek dilgiranin.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku spaha Pasdaran ya Îranê yek ji wan dezgehên fermî yên rejîma Îranê ye ku têde hijmareke gelek zêde rayedar bûne sîxorên Îsraîlê û hatine girtin.

Di beşeke din ya raportê de behsa vê yekê hatiye kirin ku niha hijmareke gelek zêde ji rayedarên spaha Pasdaran di nava girtîgeha Ewînê ya li Tehranê dene û rayedarên Îranî jî jiber ku îtîbara spahê kêm nebe, navên wan rayedaran eşkere nakin.

Di berdewamiya raportê de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku tîmên sîxoriyê yên Îsraîlê di nava Îranê de gelek berfire û bihêzin û gelek rayedarên Îranî jî di nava wan tîman dene.

Di beşeke din ya raportê de li ser zarê rayedarên spaha pasdaran hatiye diyarkirin ku gelek ji wan rayedarên Îranî jî destê xwe di kuştina pisporên etomî yên Îranê de heye.

N: E. G

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.