Ev 7 roje ji aliyê îtlaatê ve girtiye.
Li gor zaniyariyên berdest, rejîma Îranê Mamosteyeke din yê zimanê Kurdî li bajarê Merîwanê binçav kiriye.
Navenda mafên mirovan ya Hengawê bela kiriye ku beriya 7 rojan hêzên îtlaatê yên Îranê li bajarê Merîwanê Mamosteyeke din yê zimanê Kurdî bi navê Şeban Mihemedî temen 47 sal girtine.
Hengawê diyar kiriye ku Mihemedî 7 roj beriya niha ji aliyê îtlaatê ve hatiye girtin û heta niha çarenivîsa wî jî nediyare.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin