Amerîka hin dorpêçên ser Îranê kêm dike

Amerîka dibêje em dixwazên Îran mercên nava rêkeftinê cîhbicîh bike.
کوردستان TV
100%

Dorpêçên ser kerta medenî kêm dike.

Wezareta derve ya Amerîkayê ragihandiye ku bi mebesta han dana Îranê ya bo vegera Îranê bo ser rêkeftina etomî ya di navbera Îran û welatên cîhanê de, Amerîka hin dorpêçên ser Îranê kêm dike.

Wezareta derve ya Amerîkayê diyar kiriye ku Serokê Amerîkayê Jeo Biden biryar daye daku bi mebesta han dana Îranê bo pêbend bûn bi rêkeftina etomî û cîhbicîh kirina mercên rêkeftinê ji aliyê Îranê ve, dorpêçên ser hin kertên medenî yên Îranê sivêk bike.

Duhê jî wezareta derve ya Amerîkayê di nameyekê de ku ji kongrêsa Amerîkayê re şandiye, nivîsandiye ku armanc ji vê pêngavê handana Îranê ye bo cîhbicîh kirina mercên rêkeftina etomî.

N: E. G

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.