Kesûkarên qurbaniyên Roboskî hatin ceza kirin

hem bi pere û him jî bi girtîgehê hatine cezakirin û hincet jî lêdana qayîmiqamê vê demê ye.
کوردستان TV
100%

Duhê dadgeh biryar li ser ceza kirina wan daye.

Duhê dadgeha Tirk ya li Amedê civîneke din ya xwe ya derbarê dosyeya qayimiqamê Qilebanê de lidar xist.

Di civîna dadgehê de, dadwer biryar daye jiber ku kesûkarên qurbaniyan li qayîmiqamê vê demê ya Qilebanê dane, werin cezakirin.

Dadgeh hinek ji kesûkarên qurbaniyan bi cezayên pere û hineke din jî bi cezayê girtîgehê ceza kiriye.

Ceza di navbera 170 hezar lire û 30 sal girtîgehê deye.

Weke tê zanîn sala 2011an balefirên Tirkiyeyê li Qilebanê êrîşek pêk anîbûn û di encam de 34 ciwanên Kurd canê xwe ji dest dabûn.

N: E. G

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.