3 hezar leşker dişîne 3 welatan.
Wezareta berevanî ya Amerîkayê diyar kiriye ku vê Amerîka zêdetir ji 3 hezar leşkeran bişîne sê welatên Rojhilatê Ewrûpayê.
Li gor daxuyaniya wezareta berevaniya Amerîkayê, bo rûbirû bûna her cure êrîşeke Rûsyeyê ya bo ser Ukraynayê, Amerîka biryar daye daku zêdetir ji 3 hezar leşkerên Amerîkî bişîne welatên Almanya, Polenda û Romaniya.
Wezareta berevanî eşkere kiriye ku hêzên ku tên şandin, hêzên bersifdana bilezin û niha di amadebaşiyê dene û di rojên pêşiya me de vê li cîhên diyar kirî werin bicîhkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin