Balyozê Franseyê spasiya Serok Barzanî dike

Franse berdewam dibe li ser piştîvanî kirina hêzên pêşmerge.
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî li gel balyozê Franseyê civiya.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Franseyê yê li Bexdayê Eric Chevalier kir.

Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Franseyê yê li Hewlêrê Olivier Decottignies têde beşdar bû, balyozê Franseyê yê li Îraqê jiber destpêşxeriya Serok Barzanî ya bo prosesa siyasiya Îraqê, spasiya Serok Barzanî kir û hêviya vê yekê xwest ku ev destpêşxeriya han bibe sedema derbas kirina astengiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê.

Her di heman civînê de derbarê rewşa siyasiya Îraqê de Serok Barzanî ragihand ku baştirîn rê li berdem aliyên siyasî dûr ketine ji tundgeriyê û meşandina diyalog û jihevfêm kirina siyasiye.

Gefên vê dawî yên terorîstên DIŞI mijareke din  ya civînê bû û balyozê Franseyê tekez li ser berdewamiya hevkariyên Franseyê û hemahengiya hevpeymaniya cîhanî li gel hêzên pêşmerge kir.

N: E. G

Çavkanî

Kurdistan TV

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.