Dibêje tevahiya aliyan bi pêşniyara Serok Barzanî kêfxweşin.
Pisporê karûbarên qanûnî û siyasî yê Îraqê Tariq Herib di dema beşdarî kirina bernameyeke kanala Zagrostvê de behsa rola Serok Barzanî ya bo çareser kirina kêşeyên Îraqê kir.
Tariq Herib eşkere kir ku, rola Serok Barzanî bo çareser kirina kêşeyan gelek girînge û tevahiya aliyên siyasî yên Îraqê jî li hember pêşniyara Serok Barzanî yaku di rojên derbasbûyî de pêşkêş kiriye, gelek kêfxweşin û civîna navbera Nêçrîrvan Barzanî, Mihemed Helbûsî û Muqteda Sedir jî di encama pêşniyara han de hatiye lidarxistin û ev yek jî bandoreke gelek baş li ser rewşa Îraqê dike.
N: E. G
Çavkanî
Kurdistan TV
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin