6 kes jî canê xwe ji dest dane.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezaretê, di nava 24 seatan de li seraserê Kurdistanê hezar û 463 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde li Hewlêrê hatiye tomarkirin ku 836 kese.
Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de 828 berketiyên berê jî baş bûne û 6 berketî jî canê xwe ji dest dane.
Ji aliyeke din ve wezareta tendirostî daxwaz ji xelkê dike daku doza sêyem ya vaksînê werbigirin.
N: E. G
Çavkanî
Kurdistan TV
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin