CHP: Em li benda hilbijartinê ne

dibêje Erdogan nikare Tirkiye îdare bike.
کوردستان TV
100%

Dibêje mimkune di Îlonê de hilbijartin were kirin.

Serokê giştî yê CHP Kemal Qilicdaroglû di dema beşdarî kirin di bernameyeke raste rast ya haber Turkê de, behsa rewşa Tirkiyeyê kir.

Serokê CHPê Kemal Qilicdaroglû eşkere kir ku, Erdogan hêz û karîna îdare kirina Tirkiyeyê ji dest daye lewre dixwaze bi çê kirina şer û aloziyan li ser asta navxweyî ya Tirkiyeyê dema desthilatdariya xwe dirêj bike.

Kemal Qilicdaroglû herwiha eşkere kiriye ku siyasetên şaş yên abûrî bûne sedem ku Tirkiye rastî qirîzeke dijwar ya abûrî, giranî û bêkarî were.

Nav hatî diyar kiriye ku rewşa abûriya Tirkiyeyê gelek xirabe, bawer nake ku hikûmet bikarêbe wisa berdewam be lewre çav li rêne ku di meha Îlona 2022an de li Tirkiyeyê hilbijartin were kirin.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.