Di nava mala berpirsekî MÎT de hatiye girtin.
Li gor nûçeya çapemeniya Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, li navçeya Lîce ya ser bi Amedê, di encama operasiyonekê de dest bi ser 253 kîlo madeyên hişber de hatiye girtin.
Ev madeyên han di nava mala berpirsekê MÎT Tirkiyeyê ya li deverê de hatine girtin.
Di encama operasiyona han de nakokî ketine navbera MÎT û hêzên ewlekarî yên Tirkiyeyê de.
Di derbarê bûyerê de 2 kes hatine girtin lê piştî demeke kurt ev her du kes jî hatine berdan.
Ajansa mezopotamiyayê diyar kiriye ku ev du kesên ku hatine girtin, bo azad kirina xwe 400 hezar lire bertîl dane dadgeh û dozgeriya giştî li deverê de.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin