Zirarên êrîşê nayê zanîn.
Li gor zaniyariyên ku Peyamnêrê me li devera Başîkê dane, duhê derdorê seat 10ê şevê komên çekdar bi mûşekan êrîşî ser navenda leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Başîkê kirine.
Peyamnêrê me ji ser zarê jêderên hayedar veguhast ku herî kêm 10 mûşek ber navenda han ketine lê derbarê zirarên êrîşê de heta niha ti zaniyarî nehatine bidest xistin.
Heta niha çavkaniyên êrîşê nehatine zanîn û aliyên têkildar jî dest bi lêkolîn kirinê li ser vê bûyerê kirine.
Weke tê zanîn heta niha ev çend care ku komên çekdar êrîşî ser navenda leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Başîkê dikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin