Dibêje bernameya nû ya Erdogan kêrê tiştekî nayê.
Govara The Economist derbarê bernameya nû ya abûrî yaku ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan ve bo kêm kirina buhayê dolarê hatiye ragihandin û ev çend roje di meriyetê deye, raportek belav kiriye.
Di raporta han de hatiye diyarkirin ku Erdogan li ser pêşniyara çend kes û aliyên derdorê xwe, planeke gelek şaş xistiye meriyetê jiber , abûriya Tirkiyeyê agir girtibû û Erdogan jî bi wan plan û tedbîrên xwe, weke vê yeku betaniye xistibe ser agirê, lê agir biqiwete û betaniya Erdogan jî dişewitîne.
Di beşeke din ya raportê de hatiye diyarkirin ku jiber Erdogan di plana xwe de li ser esasê dolar lîreya Tirkî gerentî dike, vê dîsa dolar bilind bibe û zirarên gelek mezin bikevin abûriya Tirkiyeyê û bûdceya giştî jî îflas bike û giranî bigehêje sedî 50.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin