Serokê partiya Seadetê dibêje piştî mehekê biryar tê dayîn.
Serokê partiya Seadetê Temel Keremollaoglû ragihand ku AKP û MHP dizanin ku her diçe dengên wan kêm û kêmtir dibin, lewre nikarin ji vê zêdetir hilbijartinan paş bixin.
Keremollaoglû diyar kiriye ku, jiber sedemên siyasî û abûrî vê Serokkomarê Tirkiye û Serokê AKPê Receb Teyyib Erdogan piştî meheke din biryar bide daku li Tirkiyeyê hilbijartin were kirin.
Nav hatî diyar kiriye ku niha Erdogan kar li ser vê yekê dike û dixwaze derfetên goncaw biafrîne daku piştî mehekê biryar li ser hilbijartinên pêşwext bide.
Weke tê zanîn opozîsyona Tirkiye û pisporên Tirkiyeyê behsa vê yekê dikin ku vê hilbijartinên pêwext werin kirin lê desthilata siyasî ya Tirkiyeyê vê yekê red dike û dibêje di sala 2023an de hilbijartin tê kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin