Mimkune dîsa li Tirkiyeyê qedexe were ragihandin

dibêje eger tedbîrên hewce neyên stendin, vê rewş aloztir bibe.
کوردستان TV
100%

Dibêje Omicron bilez belav dibe.

Prof, dr Oguz Reşad Sipahî li hember Omicronê huşdarî dide û dibêje gelek bilez belav dibe.

Endamê komîteya zanistî ya Tirkiyeyê ya bo rûbirû bûna Koronayê Dr Oguz Reşad Sipahî ragihand ku li Ewrûpayê, welatiyên Ewrûpî li hember cureya nû ya Koronayê yaku bi Omicronê tê nasîn tedbîrên pêwîst stendine û niha gehêştine vê astê ku dîsa biryara qedexeyê ragehînin.

Nav hatî eskere kiriye ku Omicron gelek bilez belav dibe, û gelek metirsîdare, li Tirkiye jî Omicron heye û lazime tedbîrên pêwîst werin stendin û eger hewce jî bike lazime dîsa qedexeya giştî were ragihandin.

Weke tê zanîn duhê jî li Tirkiyeyê nêzî 19 hezar kes bi Koronayê ketibûn û 171 kes jî canê xwe ji dest dabûn.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.