Dolar asta 17 lîreyan derbas kir.
Abûriya Tirkiyeyê her ku diçe lawaztir dibe û ji îflas kirinê re nêztir dibe.
Lîreya Tirkiyeyê berdewame li ser ji dest dana buhaya xwe û ev yek jî qirîza darayî gelek kûrtir kiriye û çend qirîzên din bi xwe re aniye.
Îro di dema vekirina borseyan de buhayê dolarekî gehêşte 17 lîre û 41 qirûşan û herwiha buhayê euro bû 19 lîre û 59 qirûş.
Buhayê lîreya Tirkî li hember diravên din weke dîran jî dabezîneke berçav bi xwe ve bîniye.
Abûrînas û pispor jî qala vê yekê dikin ku heta dawiya salê vê buhayê yek dolar bibe 20 lîreyên Tirkî.
Hin alî û pispor jî eşkere dikin ku siyaseta abûrî ya Tirkiyeyê û hewldanên Serokkomar yên bo kêm kirina rêjeya faêzê sedemên sereke yên bêbuha bûna lîreya Tirkiye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin