Omicron gehêşte Tirkiyeyê

duhê jî 190 kesên din canê xwe ji dest dabûn.
کوردستان TV
100%

Heta niha li Tirkiyeyê 6 kes bi Omicronê ketine.

Wezareta tendirostî ya Tirkiyeyê belav kiriye ku hîn jî Korona metirsiyeke mezine li ser jiyana welatiyan û rojane bi hezaran kes bi Koronayê dikevin û bi sedan kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest didin.

Li gor wezareta tendirostiya Tirkiyeyê cureya nû ya Omicronê gehêştiye Tirkiyeyê û heta niha li vê welatî bi giştî 6 kes bi vê cureya han  ya Koronayê ketine.

Weke tê zanîn duhê jî li Tirkiyeyê zêdetir ji 19 hezar kes bi Koronayê ketibûn û zêdetir ji 190 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dabûn.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.