Bo azad kirina wan daxwaza pereyan dikin.
Li Efrînê di heyama 9 rojan de 15 kes ji aliyê komên cîhadî yên terorîst ên ser bi Tirkiyê ve hatine revandin.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê derbarê binpêkirinê li Efrîna Rojavayê Kurdistanê raportek belav kir.
Li gor wê raportê, li herêma Efrînê ji destpêka vê mehê ve, wate di heyama 9 rojan de 15 kes ji navçeyên cuda yên vê bajarê Rojavayê Kurdistanê hatin revandin.
Li gor raportê, ji dema dagirkirina Efrînê ta niha 7 hezar û 433 kes li Efrînê hatin girtin û hezar û 98 kes rastî işkenceyê hatin ku ji wan 137 kes hatin kuştin.
Herwiha 5 hezar û 100 kes hatin azadkirin ku 1255 kes li beramberî fidyê hatin azadkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin