Nêçîrvan Barzanî: Daniel Metran piştîvaneke bihêz ya gelê Kurdistanê bû

Gilbert Metran bo beşdarî kirin di merasîma bîranîna dayika xwe hatiye Kurdistanê.
کوردستان TV
100%

Li gel Gilbert Metran civiya.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya korê Daniel Metran, Gilbert Metran kir ku bo beşdarî kirin di merasîma bîranîna dayika xwe serdana Kurdistanê kiribû.

Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê diyar kir ku, Xatû Daniel Metran dosteke bihêz û dilsozeke mezin ya gelê Kurdistanê bû û roleke mezin bo piştîvanî kirina gelê Kurdistanê lîstiye lewre hêjayê vê yekê bû ku jê re dayika Kurdan were gotin.

Nêçîrvan Barzanî herwiha spasiya piştîvaniyên berdewam yê Franseyê bo gelê Kurdistanê kir.

Li hember de jî Gilbert Metran kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê diyar kir û spasiya gelê Kurdistanê kir ku, wefadarê Daniel Metranê ye û ecîbmayî bûna xwe li hember pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de diyar kir.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.