Duhê Amerîka ragihandibû ku Îran rêya gehêştin bi rêkeftinê daxistiye.
Duhê civînên Viyenayê yên di nabvera Îran û welatên cîhanê yên taybet bi bernameya etomiya Îranê bêyî ti encamek bi dawî hatin.
Her duhê Amerîka ragihandibû ku Îran rêya gehêştin bi rêkeftinê di civînan de daxistiye û ne gengaze ku bikaribin bi danûstandinê derbarê bernameya etomî ya Îranê de bigehêjin ti encamekê û Îran hewlên xwe yên bo çê kirina çekên etomî zêdetir kiriye.
Îro jî yekşem Amerîka diyar kiriye ku ev amadekariyên xwe bo qonaxa piştî nemana rêkeftina etomî ya Îranê û rûbirû bûna hewlên Îranê bo çê kirina çekên etomî kirine.
Weke tê zanîn duhê gera 7an ya danûstandinên navbera Îran û welatên cîhanê bidawî hatibû û tê payîn ku di pêşerojê de geera 8an destpê bike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin