Putin rexneyên tund li Erdogan kiriye

Putin gotiye lazime Tirkiye hevkariya çekdaran neke.
کوردستان TV
100%

Çapemeniya Tirkiyeyê behsa naveroka peywendiya telefûnî nake.

Piştî ku Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan û Serokê Rûsyeyê Putin bi rêya telefûnê peyvîn, Serokatiya Komar ya Tirkiyeyê diyar kiriye ku di peywendiya han ya telefûnî de behsa têkiliyên navbera Rûsye, Tirkiye, rewşa Lîbya, Sûriye, aloziyên li Qerebaxê û çend mijarên din hatiye kirin.

Her di vê derbarê de ajansa AFP ji ser zarê çend çavkaniyên bawermend yên dîplomatîkî yên Rûsî belav kiriye ku peywendiya han ya telefûnî gelek tund bûye jiber ku Putin di peywendiya han de li ser mijara firotina dorneyan bi Ukraynayê rexneyên gelek tund li Erdogan kiriye û gotiye vê berpirsiyartiyeke mezin bikeve ser Erdogan.

Çavkaniyê herwiha belav kiriye ku Putin ji Erdogan re gotiye lazime Ukrayna dev ji siyasetên xwe yên şerxwaz berde û nabe Tirkiye jî bi ti awayî piştîvaniya komên çekdar bike.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.