Blinken: Biden dê Putin ser tevgerên Rûsya hişiyar bike

Rûsye jî dibêje şer naxwaze lê lazime welatên din jî bi agirê nelîzin.
کوردستان TV
100%

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken diyar kir ku Serok Joe Biden dê hemtayê xwe yê Rûs Vladimir Putin ser tevgerên Moskowê hişyar bike.

Blinken da zanîn ku Biden dê ji Putin re bêje ku ewê li hember hemî ‘’tevgerên êrîşvan’’ bisekinin û yekîtîya axa Ukrayna biparêzin.

Wî di konferansa Reuters Next de da zanîn ku gava Biden bi Putin re biaxife ew dê ji Rûsya bixwaze ku di peywendîyên xwe de bi zêdetir îstiqrar tevbigere.

Peywendiyên di navbera Rûsya û Ukraynayê de aloz in, jiber ku Kiyev dibêje ku Rûsyayê bi hezaran leşker li nêzî sînorê Ukraynayê kom kirine û dibe ku xwe bo êrîşeke leşkerî amade bike.

Moskow, ku îdayên planên operasyoneke êrîşkar red dike, li rojhilata Ukrayna piştgiriyê dide serhildayên serxwebûnxwaz.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.