Dibêje Hetay axa meye û emê vegerînin
Parlementoya Sûriyeyê duhê li Dîmeşqê civiya û di civînê de jiber 82 saliya çespandina Hetayê bi Tirkiyeyê ve, gengeşeyên girîng di nava parlementoyê de hate kirin.
Parlementoya Sûriyeyê gef li Tirkiyeyê kir û ragihand ku Hetay axa Sûriyeyê ye û bo rizgar kirina Hetayê ji destê Tirkiyeyê û vegerandina vê bo Sûriyeyê evê her tiştekê bikin.
Weke tê zanîn Hetay di sala 1939 de di encama rêkeftinekê di navbera Franse û Tirkiyeyê de ketiye destê Tirkiyeyê û niha Sûriye dibêje emê rêkeftinê hilweşînin û Hetayê vegerînin ser Sûriyeyê.
Hetay bajareke Kurdiye ku têde piraniya şêniyan Kurdên elewîne û li Rojavayê Efrînê ye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin