Zêdetir ji 200 kargeh li Dihukê têne vekirin

dibêje her kargehek derfetên karî bo herî kêm 100 kesan diafirêne.
کوردستان TV
100%

Heta naverasta 2022an dikevine kar.

Serokê komîteya hêlbirînê ya hikûmeta Kurdistanê Mihemed Şokrî ragihand ku hikûmeta Kurdistanê berdewame li ser hewlên xwe yên bo avedan kirina jêrxaneke bihêz ya abûrî û cîhbicîh kirina projeyên steratejîk yên xizmetgozarî û abûrî.

Mihemed Şokrî diyar kir ku, hikûmet di çarçoveya planên xwe de biryara ava kirina 230 kargehên mezin û 270 enbar (depo)yên mezin li Dihukê daye û biryare heta naverasta sala 2022an ev kargeh û enbar bikevine kar.

Nav hatî diyar kiriye ku bi destbikar kirina wan kargehan vê gelek derfetên karî li deverê de werin afirandin û di demeke kurt de jî vê abûriya herêmê gaveke mezin ber bi pîşesazîbûnê ve bavêje.

Şokrî qala vê yekê kiriye ku her kargehek dikare derfetên karî bo herî kêm 100 kesan biafirêne ku ev yek jî dibe sedema nehêştina bêkariyê li deverê de.

N: E. G

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.