Serokkomarê berê yê Îranê jî rexne li rejîmê digire.
Xwepîşandan û aloziyên heyî yên li bajarê Îsfehanê ya li Îranê berdewamin û pevçûn jî di navbera Xwepîşander û hêzên ewlekarî yên rejîmê de jî didomin.
Xwepîşandan beriya du hefteyan jiber nebûna av û îmkanên berdest bo Cotkaran destpê kiribûn, hîn jî didomin û Xwepîşandan berfire bûne û xelk dijî rejîmê diroşmeyan diqêre.
Li hember de jî êrîşên hêzên ewlekarî jî bi tundî êrîşî ser xelkê dikin û pevçûn, şewitandin û wêran kirin jî berdewame.
Ji aliyê xwe ve Serokkomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad jî rexne li rejîmê digire û dibêje rejîm xelkê Îsfehanê li dijî hev hand ide û naxwaze aloziyên heyî werin bidawîanîn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin