Dibêje gilêş û paşmayiyên şer gefeke mezinin li ser jîngeha Îraqê.
Çalakvanên Îraqî yên karûbarên jîngehê diyar dikin ku jîngeha Îraqê pîstirîn jîngehe li deverê de.
Li gor gotinên çalakvanîn jîngehparêziya Îraqê, jiber sedemên şer, nebûna xizmetgozariyan, bêberpirsiyartiya aliyên têkildar û kemterxemiya hikûmeta Îraqê, jîngeh li Îraqê bi temamî ji nav çûye, keskatî li Îraqê nemaye û paşmayiyên gazên ku bi awayeke bêkontrol tên bikaranîn, sedemên ji nav çûna jîngehê ne li Îraqê.
Ev çalakvanên Îraqî behsa vê yekê dikin ku gilêşa xelkê, paşmayiyên pîşesazî û rojane yên xelkê li gel paşmayiyên şer jî du fakterên serekî yên pîsbûna jîngeha Îraqê ne û heta niha aliyên têkildar jî di vê warî de ti gavek neavêtine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin