Lîreya Tirkî ber bi pûç bûnê ve diçe

erdogan dibêje şereke abûrî ya dijwar li dijî Tirkiyeyê tê meşandin.
کوردستان TV
100%

Qirîza abûrî ya Tirkiyeyê her diçe kûrtir dibe.

Îro sêşemê dema vekirina borseyan li Tirkiyeyê, lîreya vê welatî dîsa bi rêjeyeke berçav buhayê xwe li hember diravên derve ji dest da.

Qirîza darayî, giranî û bêkarî li Tirkiyeyê her diçe zêdetir dibe, lîreya vê welatî jî rojbiroj zêdetir buhayê xwe ji dest dide.

Îro sêşem dema vekirina borseyan buhayê yek dolarê Amerîkî li hember lîreya Tirkî gehêşte 11 lîre û 99 qirûşan û buhayê euroyê jî 13 lîre û 34 qirûşan derbas kir.

Rayedarên Tirkiyeyê bi taybetî Serokkomarê vê welatî dibêjin ku li Tirkieyê qirîza darayî tuneye û tişta ku heye şereke abûriye ya li dijî Tirkiyeyê.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.