Aloziyên navbera Tirkiye û Amerîkayê berdewamin

ev çend care daxwaza wezîrê Tirk tê redkirin.
کوردستان TV
100%

Wezîrê berevanî yê Amerîkayê bersifa wezîrê Tirk nedaye.

Rojnamegerê Tirk Bariş Pehlevan diyar kiriye ku ji cîheke bawermend zaniyarî destê wî ketine ku wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê Xilûsî Akar ev çend care daxwaz ji wezîrê berevanî yê Amerîkayê dike ku hevdîtinê bikin lê wezîrê Amerîkî ev daxwaza han red kiriye.

Pehlevan diyar kiriye ku cara herî dawî beriya çend rojan bûye ku wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê bi fermî daxwaz ji wezareta berevanî ya Amerîkayê kiriye daku li gel wezîrê berevanî bicive lê ev daxwaza han bêbersif maye û hatiye redkirin.

Nivîskar herwiha diyar kiriye ku dema şanda Tirkî beriya du hefteyan çûbû Amerîka û têde jî wezîrê berevanî hebûye, dîsa daxwaza hevdîtinê hatiye kirin lê ev daxwaza han hatiye redkirin.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.