Dîplomsiya taybet bi Sûriyeyê gerimtir dibe

şanda Rêveberiya Xweser jî li Rûsyeyê ye.
کوردستان TV
100%

Şandeke Rûsî serdana Îranê kiriye.

Wezareta derve ya Rûsyeyê eşkere kiriye  ku şandeke Rûsî bo giftûgo kirin derbarê rewşa Sûriyeyê de serdana Îranê kiriye.

Li gor daxuyaniya wezareta derve ya Rûsyeyê, ev şanda han bi Serokatiya nunerê Serokê Rûsyeyê yê bo karûbarên Sûriyeyê, Aleksandr Lavrentyev çûye Îranê û li gel rayedarên Îranê derbarê rewşa Sûriye û pêşeroja Sûriyeyê de giftûgo kiriye.

Ji aliyeke din ve şandeke Rêveberiya Xweser jî serdana Rûsyeyê kiriye û li gel rayedarên Rûsî civiyaye.

Di dawiya meha derbasbûyî de piştî civîna navbera Erdogan û Biden û civîna Sûçî ya di navbera Erdogan û Putin, şandeke Rojavayê serdana Amerîkayê jî kiribû.

Ev di demekê deye ku heta beriya civîna navbera Erdogan û Biden, Erdogan gefa destpê kirina operasiyoneke din ya leşkerî li dijî Rojavayê Kurdistanê dikir.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.