Beriya çend rojan komeke din ya 150 kesî şandiye Lîbyayê.
Di demekê de ku li Lîbyayê amadekariyên hilbijartinan tên kirin, hewldanên hin welatan jî bo gortir kirina aloziyên li Lîbayayê berdewamin.
Di vê çarçoveyê de navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyeyê yaku bi SOHR tê nasîn belav kiriye ku Tirkiye berdewame li ser şandina komên cîhadî yên Sûriyeyê bo Lîbyayê.
Li gor daxuyaniya SOHR beriya çend rojan Tirkiye komeke din ya 150 kesî bi rêya balefireke taybet ji Sûriyeyê veguhastiye Lîbyayê.
Ev di demekê deye ku Rûsye, Franse û gelek welatên cîhanê daxwaz kiribûn ku Tirkiye hêzên xwe û komên cîhadî yên ku şandiye Lîbyayê ji vê welatî derbixe.
Ji aliyeke din ve duhê Rojnamevan û nivîskarê Tirk Fehmî Taştekîn di nivîseke xwe de qala vê yekê kiribû ku komên çekdar yên ser bi Tirkiyeyê li Lîbyayê gefa têkdan û pêşî girtin ji prosesa hilbijartinan dikin û eger hat û li Lîbyayê hilbijartin nehatin kirin anjî pevçûnên çekdarî dîsa destpê kirin, vê demê her kes Tirkiye tawanbar bike û Tirkiye rastî cezayên dijwar were.
Weke tê zanîn sala par jî Tirkiye gelek cîhadî ji Sûriyeyê şandibû Lîbyayê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin