Rûsye Fermandarekî Îranî ji Sûriyeyê qewitandiye

ji aliyê Rûsyeyê ve jiber kiriyarên xwe hatiye qewitandin.
کوردستان TV
100%

Îran digot dema pîwerdariya wî bi dawî hatiye.

Meha derbasbûyî Îran ragihand ku Fermandarê spaha pasdaran ya li Sûriyeyê, Cevad Xefarî jiber bi dawî hatina dema pîwerdariya wî, ji Sûriyeyê bo Îranê hatiye vekêşandin, lê pişt re rastî derketin û Îran hate direwandin û derket ku ev Fermandarê Îranî li Sûriyeyê ji aliyê Rûsyeyê ve hatiye qewitandin.

Kanala Erebiye ragihandiye ku sala 2016an Cevad Xefarî bi fermana Qasim Silêmanî weke fermandarê spaha pasdaran ya li Sûriyeyê hatiye diyarkirin, lê navhatî jiber kiriyarên xwe yên derqanûnî û dijî însanî çend caran ji aliyê Sûriye û Rûsyeyê ve hatiye heyedarkirin û çend caran jî li ser dizîna petrola Sûriyeyê hatiye hayedarkirin lê jiber ku li ser kiriyarên xwe berdewam bûye, ji aliyê Rûsyeyê ve li Sûriyeyê hatiye qewitandin.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.