Amerîka û Rûsye rê nedane Tirkiyeyê.
Beriya niha bi demekê Serokkomarê Tirkiye û rayedarên din yên Tirkiyeyê bi şev û bi roj gefa vê yekê dikirin ku vê di demeke nêz de li dijî hêzên Kurdî yên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê operasiyoneke mezin ya leşkerî dikin. Bo vê yekê hem Tirkiye û him jî cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê gelek amadekarî kiribûn. Lê hate gotin ku Tirkiye nikare operasiyonê bike.
Li ser vê mijarê malpera North news belav kiriye ku ne Amerîka û ne jî Rûsiye rê nedane Tirkiyeyê daku operasiyoneke wisa li deverê de pêk bîne.
North news li ser zarê çavkaniyên dîplomatîkî belav kiriye ku hem Amerîka û him jî Rûsiye huşdariyên tund dane Tirkiyeyê û ji Tirkiyeyê re gotine ku destpêkirina operasiyoneke wisa vê encamên nebaş bo Tirkiyeyê bi xwe re bîne.
Her li ser vê mijarê navendeke lêkolînên steratejîk ya hikûmeta Tirkiyeyê ORSAM jî diyar kiriye ku weke demên berê rayedarên Tirkiyeyê li ser lidar xistina operasiyonê ne biîsrarin û wisa xuyaye ku Tirkiye ji lidar xistina operasiyonê poşman bûye.
ORSAMê diyar kiriye ku sedema vê yekê jî eve ku ne Amerîka û ne jî Rûsye rê nedane Tirkiyeyê daku operasiyoneke wisa li deverê de pêk bîne.
Weke tê zanîn meha derbasbûyî jî Serokê Amerîkayê Jeo Biden di nameyeke xwe de bo kongrêsa Amerîkayê diyar kiribû ku operasiyonên Tirkiyeyê yên li deverê û hebûna hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê li deverê de gefeke mezine li ser ewlekariya nîştimanî ya Amerîkayê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin