Dolar her diçe girantir dibe wezîrekî Tirk jî li xwe mokir hat

dolar gehêşte 10 lîre û 19 qirûşan.
کوردستان TV
100%

Dibêje giranî heye û me nikariye rewşê kontrol bikin.

Di berdewamiya qirîza darayî ya li Tirkiyeyê de, lîreya vê welatî berdewam buhayê xwe ji dest dide.

Îro sêşem buhayê lîreya Tirkî li hember dolarê gelek daket û niha 1 dolar bi 10 lîre û 19 qirûşe û pispor jî behsa vê yekê dikin vê di demeke nêz de buhayê dolar bigehêje 13 lîreyan û buhayê yek nan jî bigehêje 3 lîreyan.

Ji aliyeke din ve wezîrê Xezêne û darayiyê yê Tirkiyeyê Lutfî Elvan jî li xwe mokir hatiye û ragihandiye ku mixabin li Tirkiyeyê giranî heye û hikûmet jî heta niha nikariye rewşê kontrol bike.

Nav hatî diyar kiriye ku mixabin me armancek bo giraniyê danî bû lê me nikarî armanca han bidest bixin.

N: E.G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.