Gundek bordiman kirin ku têde çend navendên leşkerî yên Tirkî hene.
Li gor zaniyariyên berdest, îro duşem danê sibê balefirên şer yên Rûsî li Rojhilatê bajarê Îdlibê gundê Mejdeliya ya li ser rêya navbera Heleb û Laziqiyeyê ya li ser rêya M4 bordiman kirine.
Navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyeyê diyar kiriye ku li gundê Mejdeliyê de ku îro hatiye topbarankirin ji bilî navendên komên cîhadî çend navendên leşkerî yên Tirkiyeyê jî hene. Derbarê zirarên bordimanê de heta niha ti zaniyarî nehatiye belavkirin.
Ji aliyeke din ve her îro hêzên artêşa rejîmê jî li gundewarên Helebê operasiyon kirine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin