Kesê herî nêz yê Erdogan ji rewşa heyî dilgirane.
Serokê berê yê parlementoya Tirkiyeyê, yek ji endamê damezrêner yê AKP û endamê komîteya bilind ya şêwirmendiya Serokatiya Komar ya Tirkiyeyê Bulend Arinc dilgiraniya xwe ji rewşa heyî ya Tirkiyeyê diyar kir.
Bulend Arinc di serdana xwe de ya bo cem partiya Dava eşkere kiriye ku ji rewşa siyasî, abûrî, civakî û rewşa giştî ya welat gelek dilgirane.
Arinc di civîna xwe ya li gel rayedarên partiya dava de, diyar kiriye ku, ev yekem care Tirkiye bikeve rewşeke wisa, hêza Tirkiyeyê ya bo çareser kirina kêşeyan bi taybetî kêşeyên abûrî, giranî, bêkarî, siyasî, civakî û zagonî nemaye û jiber siyasetên heyî welat ber bi rewşeke gelek metirsîdar ve diçe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin