Dibêje emê berevanî ji berejwendiyên xwe û hevpeymanên xwe bikin.
Fermandariya giştî ya hêzên esmanî yên Amerîkayê ragihandiye ku hêzên Amerîkî bi temamî ji Rojhilata Navîn navekêşin belkû berdewam dibin li ser berevanî kirin û parastina berejwendiyên Amerîka û hevpeymanên Amerîkayê li deverê de.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku, raste Amerîka ji Efxanistanê vekêşaye lê guhertineke mezin di çawetiya bicîhbûna hêzên Amerîkî li deverê de tê kirin û Amerîka bi temamî ji deverê navekêşe.
Di berdewamiya daxuyaniya han de ev yek hatiye diyarkirin ku balefirvanên Amerîkî li deverê de berdewamin li ser bicîhbûnê jiber ku êrîşî dorneyî yên li ser hêzên Amerîkî û hevpeymanên Amerîkî li deverê de zêde bûne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin