Plana Tirkiyeyê dîsa hat pûç kirin

ti welatek ne amadeye motorê bide Tirkiyeyê.
کوردستان TV
100%

Nikare ji ti welatekî motora tankan bistîne.

Ev çend sale hikûmeta Tirkiyeyê qala çê kirina tankeke nû ya bi navê altay dike û dibêje ev tanka han bi temamî li Tirkiyeyê û bi destê pisporên Tirk tê çêkirin.

Lê pişt re derket ku Tirkiye nikare motora tankê çê bike jiber vê yekê Tirkiye hewl dida daku li gel Almanya, Kanada, Îtaliya û çend welatên din rêkeftinek bo stendina motorê îmze bike, lê ev welatên han ev rêkeftin îmze nekirin.

Herî dawî Tirkiye neçar bû li gel Koreya Başûrê rêketina han îmze bike, lê jiber zextên Amerîkayê yên li ser Koreya Başûr, ev welat jî ji firotina motorê bi Tirkiyeyê poşman bûye û bi vê rengî plana Tirkiyeyê ya çê kirna tankê hatin pûçkirin.

Di vê derbarê de malpera  Defence News di nûçeyeke xwe de diyar kiriye ku jiber zextên Amerîkayê wezareta pîşesaziya berevanî ya Koreya Başûr ji rêkeftina firotina motora tankan bi Tirkiyeyê poşman bûye û bi vê rengî plana Tirkiyeyê ya bo çê kirina tankan hatiye pûçkirin.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.