Hefteyeke din Amerîka û Rûsye dicivin.
Wezîrê derve yê Rûsyeyê Sergey Lavrov diyar kir ku, Rûsye bo parastina tevahiya maf, azadî û berejwendiyên Kurdan li Sûriyeyê amadeye li gel Kurdan kar bike.
Lavrov eşkere kiriye ku lazime Kurd li Sûriyeyê xwe weke beşeke ji civata Sûrî bibînin û têkiliyên xwe li gel rejîma Şamê baştir bikin û li pey Amerîkayê nekevin.
Ji aliyeke din ve biryare hefteya pêşiya me şandin Amerîkî û Rûsî bo nîqaş kirin li ser rewşa Sûriyeyê bicivin.
Weke tê zanîn ev demêke ku Tirke dîsa gefên lidarxistina operasiyoneke leşkerî dike, li hember de jî Amerîka û Rûsye eşkere kirine ku ev li dijî operasiyoneke leşkerî ya Tirkiyeyê ne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin