Mezlûm Ebdî: Tirkiye nikare bêyî êrê kirinê operasiyon bike

dibêje rûsye û Amerîka li dijî operasiyonê ne.
کوردستان TV
100%

Dibêje Amerîka û Rûsye bi eşkere ji wan re gotine ku qebûl nakin Tirkiye operasiyonê bike.

Fermandarê giştî yê hêzên Sûriyeya demokratîk, Mezlûm Ebdî ragihandiye ku ev weke HSDê bo rûbirû bûna her bûyer û pêşhatekê amade kirine.

Mezlûm Ebdî di hevpeyvîneke xwe ya li gel Almonîtor de diyar kiriye ku Tirkiye bêyî erê kirina Amerîka û Rûsyeyê nikare ti operasiyoneke leşkerî li dijî me pêk bîne.

Ebdî eşkere kiriye ku him Amerîka û him jî Rûsye bi eşkere ji wan re gotine li dijî operasiyonên leşkerî yên Tirkiyeyê ne û rê nadin ku Tirkiye ti operasiyonek li deverê de lidarbixe.

Ebdî di beşeke din ji axaftinên xwe de qala vê yekê kiriye ku li gor zaniyariyên ku destê wan ketibûn biryar bû ku di 5ê Mijdarê de operasiyon bi rêya komên cîhadî destpê kiriba lê heta niha tiştek tuneye.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.