Dostekî Erdogan gefa daxistin li CHPê dike

dibêje vê rê jê re neyê dayîn beşdarî hilbijartinan bike.
کوردستان TV
100%

Dibêje mimkune rojek CHP were daxistin.

Nivîskarê rojnameya Sebah ya ser bi AKP Mihemed Barlas ku, weke dostê nêz yê Erdogan tê nasîn, îro babetek nivîsandiye û têde gefa daxistinê li CHPê kiriye.

Barlas di nivîsa xwe de eskere kiriye ku her roja qala vê tê kirin ku HDP nêzî pkkê ye û niha doza daxistina HDPê li berdem dadgehê ye û mimkune HDP were daxistin û rê jê re neyê dayîn ku beşdarî di hilbijartinan de bike.

Nivîskar eşkere kiriye ku rewşa CHPê jî weke rewşa HDPê ye, CHP ti tişteke baş bo pêşeroja Tirkiyeyê nafikire, li cem welatên biyanî gazindan ji Tirkiyeyê dike, li gel neyarên Tirkiyeyê dost û hevpeymane, lewma mimkune rojek CHP jî were daxistin û rê jê re neyê dayîn ku beşdarî di hilbijartinan de bike.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.