Li bajarê Himsê balefirxaneya leşkerî kiriye armanc.
Li gor jêderên nûçeyan duhê artêşa Îsraîlê bi mûşekan êrîşî ser navendeke leşkerî ya komên çekdar yên ser bi Îranê li bajarê Himsê kiriye.
Jêderên nûçeyan behsa vê yekê dikin ku duhê artêşa Îsraîlê bi sê mûşekan êrîşî ser navendeke leşkerî ya komên çekdar yên ser bi Îranê li nêzî balefirxaneya leşkerî ya Hismê kiriye û d encama êrîşa han de herî kêm 3 çekdar birîndar bûne.
Ji aliyê xwe ve çapemeniya rejîma Sûriyeyê jî belav kiriye ku sîstema berevaniya mûşekî ya Sûrî kariye çend mûşekên Îsraîlê bixe erdê.
Heta niha Îsraîl derbarê êrîşê de ti daxuyanî nedaye.
N: E.G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin