Amerîka qedexeya torîstîkî hilweşand

kesên ku serdana Amerîkayê dikin lazime xwe vaksîne kiribin.
کوردستان TV
100%

20 meh bû jiber Koronayê ew qedexe hatibû sepandin.

Îro 8ê Mijdarê hikûmeta Amerîkayê ragihand ku piştî 20 mehan ji qedexeya geştên torîstîkî bo Amerîkayê, ev biryar hatiye hilweşandin.

Hikûmeta Amerîkayê ragihandiye ku beriya 20 mehan ji ber Koronayê tevahiya geşt û seferên torîstîkî yên bo Amerîkayê hatibûn rawestandin, lê îro ev biryara han bi temamî hatiye hilweşandin.

Hikûmeta Amerîkayê eşkere kiriye ku kesên ku dixwazên serdana Amerîkayê bikin lazime her du dozên vaksîna dijî Koronayê li xwe dabin.

Weke tê zanîn Amerîka yekem welate  li cîhanê ku hijmara herî zêde ya berketî û miriyan jiber Koronayê têde hatiye tomarkirin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.