Cîgirê Serokê GP derbarê girtina akademîsyenê Kurd de daxuyanî da.
Piştî ji kar avêtin û girtina akademîsteyên Kurd Hifzulah Kutum jiber ku li ser hesabên xwe derbarê Kurd û Kurdistanê de parvekirin weşandibû, Cîgirê Serokê giştî yê Gelecek Partî Kanî Torun dilgiraniya xwe diyar kir û ev yek bi pêngaveke şaş bilêz kir.
Cîgirê Serokê GP Kanî Torun diyar kiriye ku mixabin fobiya ( tirsa) me ya li hember Kurdan wisa lê hatiye ku bûye tişteke deraqil û encamên vê jî nebaşin.
Nav hatî diyar kiriye ku azadiya ramanê beşeke girîng ji demokrasiyê ye lewre lazime rêz ji mafê azadiya ramanê were girtin.
Weke tê zanîn akademîsyenê Kurd Hifzulah Kutum jiber ku li ser fecbookê nivîsandibû ku şoreşa Îlonê pîroz be hatiye girtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin