Wezîrê Derve yê Îranê bi Korona ketiye

dibêje niha xwe qerentîne kiriye.
کوردستان TV
100%

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Amîrabdulahiyan bi vîrusa korona ketiye.

Reutersê ew agahî ji zarê berdevikê wezareta derve ya Îranê ragihand.

Li gor daxuyaniya wezaretê, rewşa Amîrabdulahiyan baş e û ew xebatên xwe di karantînê de didomîne.

Wezareta Derve ya Îranê do duşemê diyar kiribû ku Amîrabdulahiyan dê dawiya Mijdarê de bo civîneke aborî ya bi Hîndistanê re here wê welatî.

Ji daxuyaniya wezaretê diyar nebû ku ewê Amîrabdulahiyan here civîna Hîndistanê yan ne.

Amîrabdulahiyan di danûstandinên bo jinûve aktîfkirina peymana navokî de bi awayekî rastexwe cîh nagire.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E.G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.