Ev nameya han duyemîn nameye û taybete bi Tirkiyeyê
Piştî ku di naverasta Cotmehê de Kongrêsa Amerîkayê daxwaz ji hikûmetê kiribû ku balefirên nû yên F16 nefiroşe Tirkiyeyê, ev mijar dîsa bûye rojeva Kongrêsa Amerîkayê.
Beriya çend rojan Erdogan û Biden li Îtalyayê civiya bûn û piştî civînê Erdogan gotibû ku di mijara firotina balefirên F16an de xwedan helweteke erêniye û piştî vê daxuyaniya Erdogan kongrês dîsa kete tevgerê.
Di vê çarçoveyê de 41 endamên kongrêsa Amerîkayê nameyeke tund ji wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken re şandine û daxwaz ji kirine ku Amerîka balefirên F16 nefiroşe Tirkiyeyê.
Ev kongrêsmanên han diyar kirine ku eger hikûmet tişteke wisa bike vê kongrês vê yekê red bike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin