Jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Li gor amarên dawî yên zanîngeha Johns Hopkinsê Korona hîn jî li cîhanê metirsiyeke mezine bo ser tendirostiyê û rojane bi hezaran welatê bi Koronayê dikevin û bi hezaran kes jî li seraserê cîhanê canê xwe ji dest didin.
Zanîngeha Johns Hopkinsê diyar kiriye ku heta niha li seraserê cîhanê 247 miliyon û 122 hezar û 358 kes bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Amerîkayê hatiye tomarkirin.
Di raportê de hatiye diyarkirin ku li seraserê cîhanê de heta niha bi giştî 5 miliyon û 401 hezar kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane ku dîsa hijmara herî zêde ya miriyan li Amerîkayê hatiye tomarkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin