Amerîka û 3 welatên Ewrûpî daxuyaniyek hevbeş belav kirin

dibêjin lazime Îran vegera ser maseya danûstandinê.
کوردستان TV
100%

Daxuyanî derbarê Îranê deye.

Piştî civîna koma G20 yaku li Îtalyayê hatibû organîzekirin, her yek ji Amerîka û 3 welatên Ewrûpî derbarê Îranê de daxuyaniyeke hevbeş weşandin.

Di daxuyaniya hevbeş de Amerîka, Almanya, Franse û Brîtanya dilgiraniya xwe ya li hember bilez pêşde çûna bernameya etomiya Îranê diyar kirine.

Ev her çar welatên han eşkere kirine ku lazime Îran bilez vegere ser maseya danûstandinên taybet bi bernameya etomî beruvajî vê pêşde çûna prosesa etomî ya Îranê zirarên mezin bide Îranê.

Weke tê zanîn Îran jî bo vegera ser maseya danûstandinan merc daniye û dibêje ku lazime Amerîka dorpêçên dijî Îranê hilweşîne.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.