Piştî du salan raste rast civîn tê lidarxistin.
Biryare roja 30ê Cotmehê civîna welatên koma G20 li Îtalyayê destpê bike.
Civîna koma G20 ev du sal bû jiber Koronayê bi awayeke onlîne dihat lidarxistin.
Civîna îsal vê bi awayeke raste rast were lidarxistin û Serokên welatên endam li Romaya payetexta Îtalyayê werin cem hev û nîqaş li ser çend mijarên girîng yên cîhanî bikin.
Civîn vê du rojan berdewam be û piştî civînê jî vê daxuyaniyek bo raya giştî were weşandin.
N: E.G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin