Rûsye li ser dorneyan huşdarî dide Tirkiyeyê.
Wezîrê derve yê Rûsyeyê Sergey Lavrov ragihand ku Rûsye beriya niha jî daxwaz ji Tirkiyeyê kiribû daku destwerdanî di aloziyên herêma Donbasê ya li Ukranyayê neke û çek û cebelxaneyan nede çekdaran.
Lavrov eşkere kiriye ku mixabin Tirkiye ev yek nekiriye û rixmî destwerdaniyên curbicur, hevdem cebelxane û dorne jî daye çekdaran û bi vê awayî hewl dide daku bêîstîqrarî li herêmê de berdewam be.
Nav hatî eşkere kiriye ku belge di destê Rûsyeyê de hene ku Tirkiye dorne dane çekdaran û çekdar jî dorneyan bikar tînin.
Duhê jî peyvdarê Kremlînê diyar kiribû, ku Rûsye ji vê pêngava Tirkiyeyê gelek dilgirane jiber ku ev pêngava han dibe sedema zêdetir bûna aloziyan li deverê de û lazime Tirkiye çareseriyek ji vê yekê re bibîne beruvajî vê encamên nerênî jê derkevin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin