Şerê li Yemenê berdewame

hevpeymaniya Erebî berdewame li ser êrîşên dijî Hûsiyan
کوردستان TV
100%

85 çekdarên din yên Hûsî hatin kuştin.

Hevpeymaniya Erebî ya bi Serokatiya Siûdiyeyê yaku piştîvaniya hikûmeta Yemenê dike daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku operasiyon û êrîşên hevpeymaniya Erebî û hikûmeta Yemenê li dijî Hûsiyên ku ji aliyê Îranê ve têne piştîvanîkirin berdewamin.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de hevpeymaniya erebî diyar kiriye ku di nava 24 seatan de li bajarê Marîbê herî kêm 85 çekdarên din yên Hûsî hatine kuştin.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.